Li Berlînê eleqe ji bo hilbijartinê gelek e

Li Berlînê ku paytexta Elmanyayê ye, eleqe ji bo tûra duduyan a hilbijartina serokkomariyê gelek e.

Cihek ji cihên ji bo tûra duduyan a hilbijartinê ya serokkomariyê sindoq lê hatine danîn jî, Balyozxaneya Berlînê ye.

Serê sibehê zû, hilbijêr hatin ber balyozxaneyê ku dengê xwe bidin. Hilbijêr tim tên ber balyozxaneyê û zû bi zû dengê xwe didin.

16 sindoq li balyozxaneyê hatine danîn. Gel, ji Halle, Dresden, Halberstadt Potsdam ku bajarên nêzê Berlînê ne, tê û dengê xwe dide.

Li gor agahiyên ji nûnerên Partiya Çepên Kesk hatin wergirtin, wê ji tûra yekemîn a hilbijartinê bêhtir kes dengê xwe bidin.